Li Tirkiyê tatîla cejna Remezanê diyar bû: 9 roj

19 April 2019 00:36 0 dîtin
Li Tirkiyê tatîla cejna Remezanê diyar bû: 9 roj

PeyamaKurd- Bi erêkirina serokkomariya Tirkiyê, tatîla cejna Remezanê bû 9 roj. Fermana îdarî ya di derbarê tatîla cejna Remezanê de, bo hemû dezge û saziyên hukmî hatin şandin.

Li gor fermanê; tatîl di roja 3 yê hezîranê, roja duşemê destpêdike û heya 6 ê hezîranê roja pêncşemê dewam dike. Li gor fermanê, wê xebatkar roja duşemê nîv roj bi îzin bên hesabê û pêncşem û înê nên ser kar. Bi vî awayî tatîl derdikeve 9 rojan.