Li Herêma Kurdistanê roja yekem a 'Cejna Remezanê' îro êvarê diyar dibe
PeyamaKurd - Komîteya dîtina heyvê ya Kurdistanê îro êvarê dicive û li ser ragihandina cejna Remezanê biryara xwe dide.
Roja yekem a Cejna Remezanî li gelek welatên îslamê wekî roja 4ê Hezîranê (sibe) hatiye ragihandin lê li Herêma Kurdistanê hîn biryara dawî nehatiye dayîn.
Komîteya dîtina heyvê ya Kurdistanê dê îro êvarê bicive û biryara dawî bide.
Komîteya dîtina heyvê beriya niha ragihandibû, eger şeva 3yê Hezîranê (îşev) heyv hat dîtin wê çaxê 4ê Hezîranê cejn e lê eger heyv nehat dîtin wê çaxê roja 5 mehê cejn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin