Li Kurdistanê sibe yekem roja Cejna Remezanê ye
PeyamaKurd - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku roja Yekşemê yekem roja cejna Remezanê ye li Herêma Kurdistanê.
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku roja Yekşemê (24.05.2020) weke yekem roja Cejna Remezanê hatiye diyarkirin.

Di wê civîna rojnamevanî de tekezî li ser wê hat kirin ku Lîjneya Dîtina Heyvê îro kom bû û di wê civînê de biryar hatiye dayîn ku Yekşem yekem roja Cejna Remezanê be.
Berpirsê Rêveberiya Îrşad a Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Şêx Îbrahîm Berzincî, behsa wê jî kir, belgeya şerîî bo dîtina heyvê li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê nebûye û “hevy bi belge li asmanê Herêma Kurdistanê nehatiye dîtin.”
Wezareta Ewqaf, diyar kir roja Şemiyê (23.05.2020) meha Remezanê bi dawî dibe ye û her wiha bi boneya Cejna Remezanê pîrozbahî li musilmanên Kurdistanê û cîhanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin