Heyv hat dîtin, sibe yekem roja Cejna Remezanê tê pîrozkirin

20 April 2023 20:56 0 dîtin
Heyv hat dîtin, sibe yekem roja Cejna Remezanê tê pîrozkirin

PeyamaKurd – Piştî 30 rojên rojiya Remezanê, sibe 21ê Nîsanê yekem roja Cejna Remezanê tê pîrozkirin.

Li li çend deverên Erebistana Siûdî wekî diyardeya hatina Cejna Remezanê û bidawîbûna rojiyê, heyv hat dîtin.

Bi dîtina heyvê re jî Erebistana Siûdî ragihand ku sibe yekem roja Cejna Remezanê ye.

Li Başûr, Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê jî sibe yekem roja Cejnê tê pîrozkirin.

Li aliyê din li welatên misilman ên wekî Malezya, Endonesiya û welatên Japonya, Sîngapûr, Awustralya û Taylandê jî sibe meha rojiyê bidawî dibe û 22yê Nîsanê dibe yekem roja Cejna Remezanê.