Roja yekem hevdîtina rûbirû ya Biden û Pûtîn hat eskere kirin
PeyamaKurd – Kremlînê ragihand ku wê hevdîtina yekem a rûbirû ya navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Joe Biden li lutkeya Cenvreyê pêk were.
Daîreya Medyayê ya Kremlînê ragihand ku wê yekem hevdîtina rûbirû ya Pûtîn û Biden 16 Hezîranê li Cenevreyê pêk were.
Li ser mijarên hevdîtinê jî Kremlînê ragihandiye ku wê Pûtîn û Biden, li ser rewşa pêwendiyên dualî, pandemiya koronayê û çareseriyên bo şerên herêmî jî di nav de babetên navnetewî gotûbêj bikin.
Li aliyê din Koşka Spî jî derbarê hevdîtinê de ragihandiye ku wê wê serokên herdu welatan hewil bidin îstiqrarê bînin ser têkiliyan û wê hemû mijarê lezgîn gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin