Biden û Cinping cara yekem rûbirû civiyan û dîmena dostaniyê dan

14 November 2022 21:32 0 dîtin
Biden û Cinping cara yekem rûbirû civiyan û dîmena dostaniyê dan

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Çînê Şi Cinping piştî hatina ser deshilata welatên xwe cara yekem rûbirû hevdîtin kirin. 

Serokê Amerîkayê Joe Biden û hemkarê wî yê Çînê Şi Jinping li bajarê Balî yê Endonezyayê beriya lidarxistina Lûtkeya G20an civiyan.

Herdu serokan tevî hemû nakokî û aloziyan jî di hevdîtinê de wêneyên dostane nîşanî medayayê dan.

Joe Biden girîngiya nehiştina alozîya navbera Çîn û Amerîkayê anî ziman û got: “Ez bi xwe bi biryar im ku rêyên ragihandinê yên di navbera me de vekirî bimînin.”

Biden diyar kir, divê her du welat li ser mijarên gerdûnî yên wekî guherîna avhewayê bi hev re bixebitin û destnîşan kir, “Cîhan li hêviya xebata hevpar a her du gelan e.”

Serokê Çînê Şi Jinping jî bi gotina “Cihê min xweş e” dest bi axaftina xwe kir û got, wan 5 sal berê li Davosê bi Biden re hevdîtin pêk anîbû û wiha got: “Wek serokên her du welatên mezin, divê em rêyeke rast nîşan bidin, ber bi paşerojê ve, divê em rêyeke rast ji bo pêwendiyên xwe yên dualî bibînin.”