Joe Biden pistî hatina ser kar cara yekem bi Serokê Çînê re pêwendî kir

30 May 2021 22:23 0 dîtin
Joe Biden pistî hatina ser kar cara yekem bi Serokê Çînê re pêwendî kir

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî hatina xwe ya ser kar, cara yekem pêwendiyeke telefonî bi Serokê Çînê Xi Jinping re pêk anî.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di konferanseke rojnemevenî de eşkere kir ku wî bi Serokê Çînê Xi Jinpig bi rêya telefonê pêwendî kiriye û eşkere kir ku wî û Xi Jinping de tekezî li ser parastina mafê mirovan li seranserî cîhanê kiriye û nabe ew pêdagîr nebin li ser mafê mirovan.

Joe Biden dema Wezîrê Derve yê Amerîkayê bû, çend caran serdana Komara Çînê kiriye û di daxuyaniyeke xwe de gotibû, Serokê Çînê di wê baweriyê de ye heta 15 salan Amerîkayê bixe bin hikmê xwe.