Biden, cara yekemîn serdana sînorê Meksîkayê kir
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê, Joe Biden piştî destbikarbûna xwe, cara yekemîn serdana sînorê Meksîkayê kir. Biden Pira Amerîkayê ya ku koçberên ji sînorê Meksîkayê bi kar tînin lêkolîn kir û paşê çû Meksîkayê.
Joe Biden, ji Çileya 2022yan bi vir ve cara ewil serdana sînorê Meksîkayê kir û li bajarê sînorî yê El Pasoyê ku di meha Kanûnê de ji ber hatina koçberan rewşa awarte hatibû ragihandin, lêkolîn kir.
Rêwîtiya Biden a li ser sînor piştî ku Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî biryar da ku 'Madeya 42' ya ku ji bo bilezkirina dersînorkirina koçberan di pêvajoya pandemiyê de hate bicihkirin, dê heya demek nediyar bimîne.
Her wiha di şanda ku pêşwaziya Serokê Amerîkayê kir de parêzgarê Teksasê Greg Abbott jî hebû ku tê naskirin bi otobusan koçberan ji sînor dişîne dewletên demokrat ên wekî Washington DC.
Biden serdana Navenda Karûbarên Koçberiyê ya El Paso ya ku ji aliyê hikûmeta navendî ve tê fînansekirin, bi rayedarên Gumruk û Ewlekariya Sînor û rayedarên herêmî yên Amerîkayê re jî hevdîtin kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin