Cara yekem Joe Biden serdana Pentagonê dike
PeyamaKurd – Roja Çarşemê, Serokê nû yê Amerîka Joe Biden, cara yekem serdana Pentagonê dike.
Li gor Berdevkê Pentagonê John Kirby bi preskonferansekê diyar kir, Biden dê here Pentagonê.
Biden hefteya borî serdana Wezareta Derve kiribû û destnîşan kiribû: ‘‘Amerîka û dîplomasî vegeriyane’’ û gotibû ew ê di dewra nû de hevkariya bi hevalbendên xwe re xurttir bikin.
Kirby di preskonferansê de ser civîna wezîrên berevanî yên NATO jî peyivî û bi bîr xist, Wezîrê Berevanî Lloyd Austin piştî dest bi kar kiriye berî herkesî bi Sekreterê Giştî yê NATO re peyivîye û da zanîn, armanca wan xurtkirina hevalbendiyan e
Di preskonferansê de rojnamevanan ji Kirby piştgiriya Amerîka ya bo Hêzên Sûrîya Demokratîk jî, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, pirsîn.
Kirby dîyar kir, li Sûrîyê bi qasî 900 leşkerên wan kar dikin, da zanîn ku armanca wan bi awayekî mayînde têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye, lê ser piştgiriya bo HSD'ê tiştek negot.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin