Wezîrê Berevaniya Amerîkayê yekem hevdîtina rûbirû bi wezîrê Çînê re dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lyod Austin, ji dema hatine ser kar ve cara yekem bi hempîşeyê xwe yê Çînê Wei Feng re li Singapore dicive.
Li gorî hatiye ragihandin, wê her du wezîr danîna "bendên nobedariyê" di navbera Amerîka û Çînê de gotûbêj bikin.
Berpirsekî Amerîkî ji medyayê re daye xuyakirin ku wê doza Taiwanê cihekî girîng ê gotûbêjên navbera aliyan bigirin.
Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê jî daye zanîn, Austin dixwaze têkilî bi artêşa Çînê re vekirî bimînin, ji bo ku pêşî li rewşên nelihevkirinên di pêşerojê de bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin