Ji Hakan Fîdan û Antony Blinken yekem hevdîtina rûbirû
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku di kabîneya nû ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de dest bi kar kir, li paytexta Brîtanya Londonê yekem hevdîtina rûbirû bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re pêk anî.
Hakan Fîdanê ku di çarçoveya Konferansa Başkirina rewşa Ukraynayê de, li Londonê ye îro 21ê Hezîranê, bi Antony Blinken re yekem hevdîtin kir.
Beriya hevdîtinê Fîdan diyar kir ku ew dê mijarên dualî gotûbêj bikin û da zanîn, “Dibe ku di her mijarê de bi Amerîkayê re ne hevnêrîn bin, lê hevpeymanîbûna me ya li nav NATO û platformên din dihêle ku em xebatên bihevre berdewam bikin.”
Fîdan beriya hevdîtina Blinken, bi Wezîrê Derve yê Denmarkê Lars Lokke Rasmussen, yê Îtalyayê Antonio Tajani, wezîra derve ya Almanya Annalena Baerbock û wezîrê derve yê Avusturyayê Alexander Schallenberg re jî civiya.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin