Hakan Fîdan li ser hevdîtina xwe ya bi Blinken re daxuyanî da

05 April 2024 15:59 0 dîtin
Hakan Fîdan li ser hevdîtina xwe ya bi Blinken re daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan derbarê hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re li Brukselê ku ji bo beşdarbûna Civîna Wezîrên Derve yên NATOyê çûbû Brukselê jî got, "Pirsgirêka F-16 bi giranî hat çareserkirin, mijarên din jî wê bên gotûbêjkirin û di rojevê de cih bigirin."

Fîdan bersiva pirsên endamên çapemeniyê da û diyar kir ku Civîna Karên Derve ya NATOyê ya nefermî ku di sala 2025an de tê lidarxistin, wê li Tirkiyeyê bê lidarxistin.

Serdana Erdogan a DYAyê

Fîdan diyar kir ku di hevdîtina xwe ya dualî ya bi hevtayê xwe yê Amerîkayê Antony Blinken re li ser gelek mijaran sekinîn û got ku di nav van mijaran de roja serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan a li ser vexwendina Serokê DYAyê Biden bo DYAyê jî heye.

Fîdan diyar kir ku di rojeva Erdogan de bi taybetî têkiliyên dualî û herêmî wê gelek mijar hebin û di nav van mijaran de pirsgirêka Xezzeyê di rêza yekem de ye.

Fîdan diyar kir ku wê mijara Ukraynayê jî were rojevê û wiha got:

“Pirsgirêka F-16 çareser bû. Pêşketina qadên din wê werin rojevê. Perspektîfa Serokê me ew e ku bi dûrxistina têkiliyên Tirkiye-DYA ji tenê ewlekariyê û herwiha aborî, teknolojî, bazirganî û qadên din jî tê de têkiliyên hevsengtir, berfirehtir derkevin holê. Serokê me wê di vê mijarê de nêrînên xwe yên pêwîst eşkere bike.”