KONDA: Li Tirkiyê kîna li dijî koçberên Sûriyê zêde bûye

29 July 2019 16:15 0 dîtin
KONDA: Li Tirkiyê kîna li dijî koçberên Sûriyê zêde bûye

PeyamaKurd - Kompanya Rapirsî û Lêkolînan li Tirkiyê KONDAyê rapirsînek li ser koçberên Sûriyê çêkir ku derket holê kîna li dijî koçberên Sûriyê li Tirkiyê her diçe zêde dibe.

Li gorî encamên rapirsiyê li Tirkiyê ‎rêjeya wan kesên amade ne ligel koçberên Sûriyeyî di yek malê de bimînin ji sedî 50 kêm bûye.‎

Li gor encamên rapirsiyê, di Sibata 2016ê de ji sedî 14ê xelkê Tirkiyê amade bûn di yek malê de ‎ligel penaberên Sûriyeyî bimînin û ew rêje di Temûza 2019ê de daketiye ji sedî 7, wate ji sedî ‎‎50 kêm bûye.‎

Rêjeya kesên ku digotin amade ne di yek avahiyê de cîranê malbateke Sûriyeyî bin ji sedî ‎‎41 daketiye ji sedî 21ê, yên ku amade ne li yek taxê ligel Sûriyeyiyan bimînin, rêjeya wan ji sedî ‎‎57 daketiye ji sedî 31.‎

Li gor rapirsiya KONDAyê, rêjeya welatiyên Tirkiyê yên ku dixwazin ligel koçberên Sûriyeyî ‎li yek bajarî bimînin, ji sedî 72 daketiye ji sedî 40î.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê di çalakiyeke Fatîh a Stenbolê de ku li dijî dersînorkirina koçberên Sûriyê hatibû lidarxistin komek nijadperest êrîş biribûn ser çalakvanan çima ku piştevaniya koçberên Sûriyê dikirin.