Li 2 bajêrên Tirkiyê 151 koçber hatin desteserkirin

23 November 2023 15:47 0 dîtin
Li 2 bajêrên Tirkiyê 151 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li sînorê parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê di nav Behra Egeyê de,99 koçberên Efxanistanî, li parêzgeha Balikesirê jî 52 koçber hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li Behra Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li sînorê Çanakkaleyê di nav Behra Egeyê de, tîmên Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, duh di çar operasyonên cuda de 99 koçberên Efxanistanî ku dixwest biçin Ewropayê desteser kirin.

Hat ragihandin ku tîmên ewlehiya Tirkiyê, 99 koçberan piştî karên yasayî radestî Navenda Vegerandinê ya Ayvacikê kirine.

Li sînorê navçeya Ayvalikê ya Balikesirê jî li Deryaya Egeyê di belemekê de 23 koçber û li navçeya Savaştepeyê 29 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatine desteserkirin.

Di operasyonê de 3 welatiyên Tirkiyeyê jî bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan hatin desteserkirin.

Ji aliyê din ve, li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê 15 û li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê jî 13 koçber hatin desteserkirin.