Li Tirkiyê 29 koçberên dixwestin bi rêya Deryaya Egeyê derkevin hatin desteserkirin

21 May 2022 13:49 0 dîtin
Li Tirkiyê 29 koçberên dixwestin bi rêya Deryaya Egeyê derkevin hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Tîmên Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê, 29 koçberên ku dixwestin bi rêya Deryaya Egeyê ji Tirkiyê derkevin derve desteser kirin.

Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, piştî zanyarî gihîştine wan ku li beşê rojavayê peravên navçeya Dikili 29 koçber di nav belemeke lastîkî de ne û ketine rê da ku bi rêya Deryaya Egeyê xwe bigihînin Yunanistanê, tîmên fermandariyê ji bo navçeyê hatine şandin.

Fermandariyê di daxuyaniyê de eşkere kir, koçberên di nav belemê de hatine desteserkirin û bo peravên navçeya Dikili hatine vegerandin. Herwiha du qeçaxçî bi tohmeta organîzekirina wî karî hatine desteserkirin û lêpirsîna ligel her duyan bi tohmeta qeçaxçîtiya mirovan berdewam e.

Herwiha Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê destnîşan kir, piştî bidawîbûna karûbarên yasayî û pişkinîna tenduristî, koçberên desteserkirî radestî Fermangeha Koç û Koçberan a parêzgeha Izmîrê ya Tirkiyê hatine kirin.