Koçberên Sûrî yên dixwestin ji Lubnanê derbasî Îtalya bibin di Tirkiyê de derketin!

04 September 2022 14:27 0 dîtin
Koçberên Sûrî yên dixwestin ji Lubnanê derbasî Îtalya bibin di Tirkiyê de derketin!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 75 koçberên qaçax ên Sûrî ku dixwestin ji Lubananê bi keştiyekê derbasî Îtalyayê bibin, piştî li deryayê asê man ji aliyê hêzên ewlekariya deryayî yên Yûnanistanê ve radestî Tirkiyê hatin kirin.

Hat zanîn ku keştiya 75 koçberên qaçax ên Sûrî tê de bûn, ji Lubnanê berê xwe daye Îtalyayê, lê di nîvê rê de keştiya wan noqî avê bûye û polîsên deryayî yên Maltayê ew rizgar nekirine. Koçberên ku di deryayê de asê mane piştre ji aliyê hêzên Yunanî ve hatine rizgarkirin û radestî Tirkiyê hatine kirin.

Wan koçberên Sûrî dixwestin ji Lubnanê derkevin û xwe bigihînin Îtalyayê, lê li şûna Îtalya di Tirkiyê de derketin.