Lubnanê pêsniyara NY ya bicihkirina koçberên Sûrî red kir

14 July 2022 20:38 0 dîtin
Lubnanê pêsniyara NY ya bicihkirina koçberên Sûrî red kir

PeyamaKurd - Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn bi Cîgira Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Necat Ruşdî re civiya û pêşniyara bo bicihkirina koçberên Sûrî li Lubnanê red kir.

Serokatiya Lubnanê ragihandiye, "Mîşel Ewn, Cîgira Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Necat Ruşdî agahdar kir ku Lubnan her meyleke ji bo bicihkirina penaberên Sûrî li cihên rûniştina wan red dike."

Ewn ji berpirsa NY re got, Lubnan nikare barê giran ê koçberên Sûrî hilgire ji ber ku derencamên mana koçberên Sûrî li Lubnanê dê zêde xirab bin.

Serokomarê Lubnanê diyar kir ku divê welatên Ewropayê li ser vê bingehê tevbigerin.

Wezîrê Koç û Koçberan ê Lubnanê Îsam Şerefedîn jî ragihandibû, wê Lubnan bi rêya planekê her mehê 15 hezar koçberên Sûrî vegerîne welatê wan.

Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Brîtanya vegerandina koçberên Sûrî ji Lubnanê bo welatê wan red dikin û dibêjin hîn jî Sûriye welatekî ne aram e û metirsî li ser jiyana koçberan heye.

Li gor amarên hikûmeta Lubnanê nêzîkî yek milyon û 500 hezar koçberên Sûrî li lubnanê dimînin ku Netewên Yekbûyî jî nêzîkî yek milyon koçberên Sûrî li Lubnanê tomar kirine.