Heleb | 925 koçberên Sûrî yên Lubnanê li taxên Kurdan hatin bicihkirin

04 October 2024 20:02 0 dîtin
Heleb | 925 koçberên Sûrî yên Lubnanê li taxên Kurdan hatin bicihkirin

PeyamaKurd  Hate ragihandin ku ji destpêka şerê Îsraîl-Hizbullahê yê vê dawiyê ve, ji Lubnanê 925 koçberên Sûriyeyî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûne ku ew taxên Kurd in.

Li gorî zanyariyan, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêşwazîkirina kesên ji ber şerê Îsraîl û Hizbullah ê ji Lubannê vedigerin, maseya krîzê ava kiriye û kesên ji Lubnanê tên pêşwazî dike.

Hatiye diyarkirin ku heta niha 925 Sûriyeyî ji ber şerê Îsraîl û Hizbullah hatine taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Endamên maseya krîzê ji bo kesên ku xizmên wan li her du taxan tune ne, ji 5 avahiyan 50 xaniyan vediqetîne.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku heta niha niha zêdetirî 11 hezar kes ji Lubnanê derbasî herêmên kontrola wan bûne.