Li Helebê xalên kontrolê yên li taxên Kurdan tên rakirin

15 November 2025 10:41 0 dîtin
 Li Helebê xalên kontrolê yên li taxên Kurdan tên rakirin

PeyamaKurd – Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê ragihand ku weke gavek ji bo pêkanîna "Peymana 1ê Nîsanê", wan dest bi rakirina nuqteyên kontrolê yên li taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirine.

Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatiye weşandin, Fermandar Mehmûd Elî Merdilî derbarê mijarê de agahî parve kir. Merdilî ev pêngav weke nîşandana "niyeta baş" ji bo serxistina peymanê bi nav kir.

Merdilî got, "Rakirina xalên kontrolê beşek ji gavên ku ji bo serkeftina peymanê tên avêtin e. Tevî ku ambargoya li ser her du taxan hîn jî didome, em bi biryar in ku bendên peymanê pêk bînin."

Fermandar Merdilî her wiha hişyarî da û anî ziman ku hin komên bi piştgiriya derve hewl didin peymanê têk bibin û aloziyê derxînin. Wî tekez kir, "Lêbelê, hêzên me pabendî çarçoveya çareseriya siyasî ne, ji ber ku ji bilî diyalogê tu rêyek din tune ku herêmê ji krîzan rizgar bike."

Merdilî destnîşan kir ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye parçeyek ji bajarê Helebê ne û ewlehiya wan di bin berpirsiyariya wan de ye. Wî got ku çareseriya mayînde bi avakirina aştiyê bi rêya diyalogê û belavkirina wê li seranserê Sûriyeyê pêkan e.