Yekem karwana alîkariya navdewletî gihîst taxên Kurdan ên Helebê
PeyamaKurd – Hat ragihandine ku yekem car 9 kamyonên alîkariyên mirovî yên navdewletî gihîştine taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên parêzgeha Helebê ya Sûriyê.
Hat zanîn ku piştî rejîma Esed li ser daxwaz û zextên navdewletî ji bo erdhejê dorpêça ser gihandina alîkariyan rakiriye, ew alîkarî bi ser benda kontrolê ya Ewarid a di bin deshilata Firqeya 4an de, derbasî herdu taxên Helebê yên Kurdnişîn hatine kirin.
Hat diyarkirin ku di nav karwanên alîkariyê yên mirovî de, betanî, lihêj, kon, cilên zarokan û alavên mitbexê cî digirin û tê çaverêkirin, 21 barhilgirên din ên alîkariyê bigihin mexdûrên erdhejê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin