Karwana yekem a derziya Pfizer-BionTechê gihîst Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Karwana yekem a derziya kompaniya Pfizer-BionTechê, do bi şev gihîşt Herêma Kurdistanê.
Li gor Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, niha 2070 dozên derziya Pfizer gihîştine Herêma Kurdistanê û tekez kir, biryar e karwaneke din ya derziya Korona bigîhe ku ya kompaniya Sinofarm a Çînî ye.
Derziya Pfizer-Biontech, taybetmendiyên wê hene û ji aliyê helgirtina wê ve, divê pileya germahiya wê ji 70 pileyan danekeve bin sifrê.
Li Herêma Kurdistanê, 8 navend ji bo lêdana derziya Pfizer hatin danîn, ku 3 ji wan li Hewlêrê ne, 3 li Silêmaniyê ne û 2 navend jî li Duhokê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin