WHO destûra bikaranîna derziya vîrusa Koronayê ya Pfizer û BioNTechê da
PeyamaKurd – Bo di rewşên awarte de were bikaranîn, Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) destûra bikaranîna derziya vîrusa Koronayê ya kompaniyên Pfizer û BioNTechê da.
WHO bi vê biryara destûra bo derziya Pfizer û BioNTechê, cara pêşî derziyeke vîrusa Koronayê pejirand.
Li cîhanê cara yekem Brîtanya derziya Pfizer û BioNTechê pejirandibû û pişt re Amerîka û Kanada jî bo wê derziyê destûr dabûn.
Saziya Dermanan a Ewropayê (EMA) û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) jî, di 21ê Kanûnê de derziya Pfzier û BioNTechê pejirandibûn.
Pfizer û BioNTech hewl didin, heta dawiya sala 2021ê, 1,3 milyar derziyên vîrusa Koronayê çêkin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin