Berzincî: Li hin dibistanan wê xwandevan jî derziya dijî vîrusa Koronayê wergirin

23 October 2021 12:03 0 dîtin
Berzincî: Li hin dibistanan wê xwandevan jî derziya dijî vîrusa Koronayê wergirin

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mercê nû ji bo karkirina mamoste û fermanberên dibistanan eşkera kir û da zanîn: ‘‘Li hin dibistanan, wê xwandevan jî derziya dijî vîrusa Koronayê wergirin.’’

Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kiriye: ‘‘Piştî civîna me ya li gel Wezîrê Perwerdê, çend pêşniyar hatin kirin ji bo mamoste û navendên xwendinê. Ji wan jî pêşniyara mercekî me kiriye ji bo karkirina mamoste û fermanberên dibistanan. Ew jî mercê hebûna karta derziyê ye, yan jî testa taybet a vîrusa Koronayê ya PCR.’’

Li gor zanyariyan, ji 120 hezar mamosteyên ku hene, tenê 45 hezar kes ji wan derzî li xwe dane.

Wezîrê Tenduristiyê di beşeke din a goteyên xwe de eşkere kiriye: ‘‘Tîma gerok a Wezareta Tenduristiyê, wê biçe dibistanan, bi taybet dibistanên êvaran, ku ew xwandevanên jorî 18 salî ne dê wan derzî bikin.''

Derbarê kêmkirina hejmara xwandevanan di dibistanan de û dewama dibistanan de jî got: ‘‘Ti pêşniyareke wisa nehatiye kirin, tenê pêbendbûna girêdana maske hatiye destnîşan kirin.’’

Wezîrê Tenduristiyê daye zanîn: ‘‘Destpêka vê hefteyê civîna lijneya bilind a dijî Koronayê wê pêk bê û çend pêşniyar wê bên guftûgokirin û biryarên nû wê bên derxistin, lê bi ti cureyekî daxistina temamî û karantîna nav pêşniyaran de tine.