Berzincî: Helmeta lêdana derziya Koronayê ya bi rêya tîmên gerok destpê dike

06 November 2021 17:38 0 dîtin
Berzincî: Helmeta lêdana derziya Koronayê ya bi rêya tîmên gerok destpê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî, li beşa navxwe ya 18ê Sibat a Zankoya Selahedîn a bajarê Hewlêrê, bi amadebûna parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Berpirsê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê li Iraqê û Nûnerê Wezîrê Xwendina Bilind û Serokatiya Zankoya Selahedînê ve, helmeta lêdana derziya Koronayê ya bi rêya tîmên gerok ve li hemû Herêma Kurdistanê ragihand.

Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê, di civîna çapemeniyê de diyar kir: ‘‘Piştî di meha borî de me biryar da mekanîzmayeke nû ji bo lêdana derziya Koronayê em bidin destpêkirin, niha bi rêya tîmên gerok ve em ê derziyê lê bidin û bi spasî ji bo rêxistina tenduristiya cîhanê ku ew mekanîzma pejirand û îro ew helmet li bajarê Hewlêrê û li beşên navxwe yê 18ê Sibatê ya Zankoya Selahedînê destpê dike.’’

Dr. Saman Berzincî eşkere kir: ‘‘Di du hefteyên borî de, Lijneya Bilind a Tekoşîna Dijî Vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê biryar da, ji bo lêdana derziya Koronayê bi mercekî dibe bo berdewambûna dewama çînên civakî yên li cîhên giştî de, ji wan jî xwendevan û mamosteyên zankoyê divê heta 01.12.2021ê hemû derziyê li xwe bidin. Berevajî wê eger derzî neyê lêdan, divê heftane testa Koronayê bê kirin.’’

Wezîrê Tenduristiyê derbarê hejmara tîmên gerok de jî da zanîn, li hemû Herêma Kurdistanê 12 yeke ji bo wê helmetê hatiye danîn ku her yek ji wan du tîmên gerok in, ango li hemû bajar, qeza û nahiyeyên Herêma Kurdistanê 45 tîmên gerok hene.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî destnîşan kir: Îro yekem zarokê jorî 12 salî li Hewlêrê derziya Koronayê wergirt û daxwaz kir zarokên jorî 12 salî jî ji wergirtina proseya derziya Koronayê re beşdar bibin.