Li Hewlêrê çend navendên nû yên lêdana derziya koronayê têne vekirin

15 August 2021 10:39 0 dîtin
Li Hewlêrê çend navendên nû yên lêdana derziya koronayê têne vekirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Hewlêrê daxwaza wergirtina derziya koronayê di nav xelkê de zêde bûye û biryare çend navendên din ên derzîlêdanê bêne vekirin.

Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê Dr.Dilovan Mihemed eşkere kir, ji ber zêdebûna daxwaza hemwelatiyan li parêzgeha Hewlêrê ji bo wergirtina derziya koronayê, wê çend navenên din ê lêdana derziya koronayê werin vekirin.

Dr. Dilovan Mihemed daye zanîn ku niha li parêzgeha Hewlêrê 43 navendên derzîlêdanê hene  û ji bo pêşveçûna rêjeya wergirtina derziya koronayê jî wê navendên nû yên derzîlêdana koronayê werin zêdekirin.

Hat diyarkirin ku wê li hemû navendan derziyên Covid-19 yên Astra Zeneca û Sinopharm û Pfizer hebin ku welatî kîjanê bixwazin dikarin li xwe bidin.