Li Hewlêrê helmeta girtina hejmarek xwaringeh klûbên sevê û navendên masajê destpê kir
PeyamaKurd – Li Hewlêrê ji ber yasa û rênimayên fermî binpê dikin, helmeta girtina hejmarek xwaringeh, klûbên şevê û navendên masajê destpê kir.
Li gor Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş ligel Rêveberiyê Tendirustiya Hewlêrê Dilovan Mihemed de diyar kir: “Îro helmetek ji bo girtina 16 cihan hatiye destpêkirin, ji ber ku binpêkirin di warê wergirtina ruxsetên fermî û awayê kar de kirine.”
Di berdewamiyê de eşkere kir, cihên ku binpêkirin kirine, xwaringeh, holên ahengan, klûbên şevê û navendên masajê ne ku bandoran wan cihan li ser sektora geştiyarî heye.
Qeymeqamê Hewlêrê herwiha destnîşan kir, li wan cihan tiştên neguncavî wek laşfiroşî dihate kirin, pêbendî bi pîvanên paqijiyê nedihat kirin û karmendên wan ne şareza ne û pişknînên bijîşkî yên pêwîst ji wan re nehatine kirin.
Ebdulhemîd da zanîn, di hilmeta girtina wan cihan de, wê hêzên polîsên şaredariyê ligel tîmên taybet bin û diyar kir, ruxsetên ji wan 16 cihan re hatine dayîn, wê werin kontrolkirin.
Herî dawî Qeymeqamê Hewlêrê bal kişand ser wê yekê, tîmên wan bi awayekî rojane çavdêriya bazaran dikin û cihên ku pabendî rênimayan nabin, rêkarên pêwîst li hember wan tên girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin