Li Hewlêrê helmeta ‘Henase’: 10 hezar sitil hatin çandin
PeyamaKurd – Helmeta bi navê ‘Henase’ ya çandina 47 hezar şitlan li Hewlêrê, îro 23yê Mijdarê dest pê kir û di qonaxa yekem de 10 hezar şitil hatin çandin.
Çandina şitlan bi çavdêriya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê tê kirin.
Di merasîma destpêkirina çandina şitlan de, Wezîra Çandinî û Çavkaniyê Avê Bêgerd Talabanî, parêzgarê Hewlêr Omêd Xoşnaw û û Wezîrê berê yê Çandinî û Ajalvaniyê yê Tirkiyê Mehdî Eker beşdarî kirin.
Bêgerd Talabanî, ragihand ku helmeta çandina şitlan li Hewlêrê bi hevkariya Tirkiyeyê û di çarçoveya têkoşîna zêdekirina qadên şênkayayî de hatiye destpêkirin û di qonaxa yekem de jî 47 hezar şitlan 10 hezar hatine çandin.
Mehdî Eker jî ji medya Kurdistanê re got: “Em li vir biratiyê dixwazin. Em dixwazin pirsên xwe çareser bikin. Hem di warê bazirganî de hem di warê pîşesaziyê de hem jî di warê çandiniyê de em dixwazin pêwendiyên xwe bipêş bixin. Ev daristana ku li Hewlêrê em ava dikin, nîşaneya biratiya me ye. Em bi vî pir kêfxweş dibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin