Li Hewlêrê li ser 120 hezar metre çargose parkeke nû tê çêkirin
PeyamaKurd - Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser erk û raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi nirxê 15 milyar dînaran parkekê li Hewlêrê ava dike.
Hate diyarkirin ku park li ser rûbera nêzîkî 120 hezar metre çargoşe û bi çavdêriya rasterast a Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê, bi navê Parka Reşkîn li bajarê Hewlêrê tê çêkirin.
Wê projeya Parka Reşkîn wiha be:
1- Perjînê projeyê, bi dirêjahiya hezar û 600 metre ye.
2- Çêkirina garajê otomobîlan.
3- Çêkirina du kafêteryayê nûjen.
4- Çêkirina rêyên bezê û bisiklêtan.
5- Çêkirina du embarên avê bi qebareya 300 metre sêcar.
6- Lêdana bîrên avê bi kûrahiya 500 metre.
7- Karên sîstema elektrîk û ronahiyê ya projeyê.
8- Çandina hezar dar û giyayên herdem kesk û dehhezaran gul.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin