Li Hewlêrê 47 hezar sitil tên çandin

23 November 2023 13:29 0 dîtin
Li Hewlêrê 47 hezar sitil tên çandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Hewlêrê bi çavdêriya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê dê 47 hezar şitil bên çandin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin, di çarçoveya projeya bi navê “NEFES”ê de bi serpereştiya Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî dê li Hewlêrê 47 hezar şitil bên çandin.

Hat zanîn ku ev proje wê bi beşdariya Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Tirkiyê Mehdî Eker, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Balyozê Giştî yê Hewlêrê yê Tirkiyê Mewlûd Yakut, Serokê Desteya Parastina Jîngeh û Vejînê ya Herêma Kurdistanê Abdurrahman Sidik û Şêwirmenda Guhertina Avhewayê ya Serokwezîr Beyan Samî.

Di daxuyaniyê de tekez li ser wê yekê hat kirin, ew projeya navborî wê di çarçoveya giringîdan bi kesk, jîngeh û şerê li dijî guherîna avhewayê li Herêma Kurdistanê were cîbicîkirin û li ser daxwaza wezaretê hemû şitil, ji aliyê Wezareta Çandiniyê û Serbalyozê Tirkiyeyê Mevlût Yakut ve hatiye dayîn.

Ji bo parastina jîngehê û zêdekirina keskayê ku yek ji xalên girîng ên kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê ye, her sal li piraniya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê kampaniyên çandina şitil tên lidarxistin.

Li gorî daneyên Desteya Parastin û Vegerandina Jîngehê, rêjeya keskayê li Herêma Kurdistanê ji destpêka kabîneya nehê heta Tîrmeha 2023yan %18 zêde bûye.