Li Hewlêrê hejmarek projeyên ava vexwarinê têne çêkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rizamendî nîşan da ji bo cîbicîkirina projeyên ava vexwarinê li çend taxên li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê.
Fermangeha Medya û Zanyarî ragihand: “Bi mebesta cîbicîkirina çend projeyên avê li Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî nîşan da li ser terxankirin û xerckirina milyarek û 805 milyon û 804 herzar û 860 dînar, ji bo projeyên 'Danîna Tora Ava Vexwarinê' ya çendîn taxên li bajar û bajarokên Kurdistanê.”
Projeyên têne çêkirin;
- Taxa Cundiyan a li Soranê
- Ava gundên Şawrawe û Hawdiyan ên li nahiya Diyana
- Danîna çar sêt buster ji bo projeya ava Zargelî
- Danîna du sêt buster ji bo projeya ava Serçawe
- Dabînkirin û danîna du sêt buster ji bo projeya Sirêşme
- Ava gundê Coner ê li nahiya Xelîfan
Fermangeha Medya û Zanyarî herwiha da zanîn, ew pere dê bi awayê neqdî û qonax bi qonax ji budceya veberhênanê ya Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê were xerckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin