3 projeyên stratejîk ên ji bo parastina Hewlêrê têne bicihkirin

03 January 2024 13:40 0 dîtin
3 projeyên stratejîk ên ji bo parastina Hewlêrê têne bicihkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo parastina Hewlêrê û derdora wê ji bobelatên wekî lehiyan, 3 projeyên stratejîk têne bicihkirin.

Hate diyarkirin ku ji bo wan projeyan zêdetirî 2 milyar dînar pere tê xerckirin.

Parêzgariyê îro Çarşemê 3yê Çileyê ragihand: “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo parastina bajarê Hewlêrê û derdora wê ji bandorên lehiyan, 2 milyar û 100 milyon dînar ji bo 3 projeyên stratejîk hatiye veqetandin ku ew proje bên bicihkirin, ku ji çêkirina kanal û çîmentokirina kanala xwezayî ya li devera Girdcotyar, çîmentokirina rêya kanala xwezayî ya nêzîk sîteyên Zîlan, çêkirina pireke 8 derî li gundê Tendûre ya ser bi nehiyeya Şemamkê pêk tên.”

Hate destnîşankirin ku armanca pêkanîna wan projeyan parastina bajarê Hewlêrê û derdora wê, ji ziyanên lehiyan e û piştî temambûna wan, bandora lehiyan dê kêmtir bibe.