Li Hewlêrê bi 2 milyar dînaran 25 projeyên nû têne çêkirin

13 June 2021 12:51 0 dîtin
Li Hewlêrê bi 2 milyar dînaran 25 projeyên nû têne çêkirin

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nirxê bi qasî du milyar dînaran 25 projeyên xizmetguzarîyê li Hewlêrê bicih tîne.

Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand: “Piştî rizamendiya Serokatiya Encûmena Wezîran û fermana wezaretê ya hejmara 3499 a di roja 21ê Nîsana 2021ê de, Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê bi qasî 2 milyar û 120 milyon û 809 hezar û 500 dînar ji bo cîbicîkirina hejmarek projeyên xizmetguzariyê li sînorê Serokatiya Şarevanî ya Hewlêrê xerc dike.”

Wezaretê eşkere kir: “Ev pere li ser rêjeya 15ê dahata şaredariyan û %100 firotina zeviyên Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ye, hejmara wan projeyên ku bi wan pereyan têne cîbicîkirin, 25 projeyên xizmetguzarî ne û bi mebesta bilindkirina asta xizmetên bajarê Hewlêrê têne cîbicîkirin.”