Li Duhokê projeyên bi nirxê 30 milyar dînaran têne bicihanîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav sala 2023yan de, plan hatiye danîn ku li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê bi nirxê 30 milyar dînaran proje werin bicîhanîn.
Qeymeqamê qeza navendî ya Duhokê Cehwer Elî Ezîz ji medya Kurdistanê re ragihand ku di berdewamiya bicihkirina projeyên xizmetguzariyê de, parêzgeha Duhokê îsal planên pir baş hatine danîn û ji aliyê saziyên girêdayî îdareya Duhokê ve hejmarek proje hatine pêşniyar kirin.
Elî Ezîz da zanîn, wek çêkirina rê û kanalên ava pîs û projeya elektrîk, av û perwerde û tenduristîyê di nav wê planê de cih digrin û girîngiyeke zêde ji bo çêkirina rêyan jî hatiye dayîn.
Ezîz daye xuyakirin ku wan ji bo 2023yan pêşniyar kiriye bi nirxê 30 milyar dînaran proje bên bicih kirin û dibe ku ji vê rêjeyê jî zêdetir be û niha li benda rizamendiya hikûmetê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin