Biryar hate dayîn: Tunela Zawîte ya Duhokê bi 42 milyar dînaran tê çêkirin

06 June 2024 19:40 0 dîtin
Biryar hate dayîn: Tunela Zawîte ya Duhokê bi 42 milyar dînaran tê çêkirin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Rêyan a Parêzgeha Duhokê Şêrzad Qadir ragihand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser bicihanîna projeya tunela Zawîte bi nirxê 42 milyar dînaran diyar kiriye.”

Şêrzad Qadir got, “Tunela Zawîte yek ji projeyên girîng û stratejîk ên parêzgeha Duhokê ye û dê xizmeteke zêde pêşkêşî welatiyan bike û herwiha bandorê li ser vejandina kertê geştyarîyê bike.”

Hêjayî gotinê ye, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Duşemê, 03.06.2024, di merasîmekê de kevirê binyatî ji bo Parka Aloka û Parka Serhildanê li taxa Berojkê ya bajarê Duhokê bi nirxê 131 milyar û 898 milyon û 515 hezar dînaran danîbû.

Piştre jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Baedrê û berê binyatî ji bo rêya Baedrê-Êtîtê danî ku ew rê 26 kîlometran dirêj e û bi nirxê 135 milyar û 584 milyon dînaran tê çêkirin. Bi temambûna vê projeyê re, tevahiya rêya Duhok-Hewlêrê dibe dualî.

Heta niha bi nirxê zêdetirî yek trilyon û 100 milyar dînaran, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 971 proje li sînorê parêzgeha Duhokê bi cih anîne.