Sara Dilsad: Biryar hate dayîn lijneyek ji bo nivîsandina destûrê pêk bê

23 June 2021 11:31 0 dîtin
Sara Dilsad: Biryar hate dayîn lijneyek ji bo nivîsandina destûrê pêk bê

PeyamaKurd – Lijneyek ji bo nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê tê pêkanîn.

Îro 23.06.2021ê endama lijneya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad diyar kiriye: ‘‘Pêngavên nivîsandina destûrê destpê kirine, piştî civîna Serokatiya Parlamentoyê û serokên fraksiyonan, biryar hate dayîn lijneyek ji bo nivîsandina destûrê pêk bê.’’

Dişad herwiha daye zanîn: ‘‘Hewldan ji bo wê armancê ye di vê dema Parlamentoyê de destûr bê nivîsandin.’’

Seroka Parlamentoya Kurdistanê, di dema civîna li gel hejmarek konsolên giştî yên welatên endam li Yekitiya Ewropa li ser pêngavên nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê destnîşan kir: ‘‘Hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hebûna, destûreke Herêma Kurdistanê ya tê de maf û azadî hatî pênasekirin de li ser heman fikrê ne.’’

Herwiha eşkere kiriye, niha li Serokatiya Herêma Kurdistanê saziyek şêwirmendiya yasayî û destûrî hatiye pêkanîn  û ji her sê serokatî û hemahengiyek gelek baş di navbera wan de heye bo wê pirse û piştevanî û alîkarî û hemahengiya temam di navbera Serokatiya Parlamentoyê û Serokatiya Herêmê de heye ji bo vê pirsê.’’