Li 2 navçeyên Rihayê biryara dubarekirina hilbijartinan hate dayîn

05 April 2024 18:47 0 dîtin
Li 2 navçeyên Rihayê biryara dubarekirina hilbijartinan hate dayîn

PeyamaKurd – Li navçeyên Xelfetî û Curnê Reş ên bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ku DEM Partî bi ser ketibû, li ser îtirazên AK Partiyê hilbijartin hatin betalkirin û wê 2yê Hezîranê ji nû ve bên kirin.

Li Xelfetiyê namzedê DEM Partiyê ferqa 906 dengan seroktiya şaredariyê bi dest xistibû, lê ji ber serlêdana AK Partiyê ya bi hinceta dengên betal û bêusulî hilbijartin biryara dubarekirina hilbijartinê hate dayîn.

Dîsa li navçeya Curnê Reş (Hîlvan) DEM Partî bi ser ketibû û li ser îtirazan biryara dubarekirina hilbijartina şaredariyê bo 2yê Hezîrana 2024an hate dayîn.

Hêjayî gotinê ye, seroktiya şaredariya bajarê mezin ê Rihayê, piraniya encûmena bajêr û navçeyên wê di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dest xistin.