Amerîka li ser biryara boykota hilbijartinan ya PDKê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Wezareta kerên derve ya Amerîkayê li ser biryara PDKê ku hilbijartinên parlementoya Kurdistanê boykot dike daxwuyanî da û got:
“Boykotkirina PDKê ya hilbijartinan, xizmetê ji xelkê Kurdistanê û Iraqê re nake.”
Daxwuyanî, ji aliyê berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê ji aliyê Vedant Patel de hat dayîn ku li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurda da. Patel weha got:
“Me, daxwuyaniya biryara boykotkirina PDKê ya polîtburoyê ku hilbijartina parlementoya Kurdistanê boykot dike, dît. Em ji biryara politburoya PDKê bi endîşe ne. Em endîşeyên Kurdên Iraqê yên di derbarê biryara dadgeha federal ya Iraqê fêm dikin. Lê em difikirin ku boykot di serî de ji bo PDKê, xelkê Kurd û Iraqê re xizmetê nake.”
Amerîka destekê dide hilbijartina ku temamê partiyan bi awayekî azad, adil, zelal û bi bawerî tevlî bibin. Em ji bo berjewendiyên di mijarên hevpar de, bi rayedarên Bexda û Erbîlê re di nava têkiliyan de ne. Di nav mijaran de babetên îstîqrara Iraqê, bicîhanîna qanûnan û parastina mafên temamê pêkhateyan heye.”
Li aliyê dinê balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski jî weke berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel çawa ragihandina xwe di mijarê de kir, balyoz jî heman ragihandinê kir û got ku Amerîka ji biryara boykotkirina PDKê ya parlementoya Kurdistanê bi endîşe ye.
Alina Romanowski di mijarê de di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Xê de weha got:
“Em ji biryara PDKê ya ku hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê boykot dike bi endîşe ne. Em ji hukumeta Kurdistanê û hukumeta federal daxwaza xebata hilbijartinekî azad, zelal, bi bawerî û adil dikin. Pêwsite temamê xelkê Kurdistanê di tayînkirina dahatûya xwe de xwediyê sozan be.”
PDK îro, li ser biryara dadgeha federal ya Iraqê ku kota kursiyên pêkhateyên Kurdistanê betal kiribû, biryara boykota hilbijartinên parlementoya Kurdistanê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin