Hikûmeta Kurdistanê 15 milyar dînaran ji bo projeyên xizmetguzariya Amediyê xerc dike

07 August 2022 16:35 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê 15 milyar dînaran ji bo projeyên xizmetguzariya Amediyê xerc dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi rizamendiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Hikûmeta Kurdistanê ji bo hejmarek projeyên xizmetguzariyê yên sînorê qezaya Amediyê ya Duhokê 15 milyar dînar terxan kir.

Qaymeqamê qezaya Amediyê Warşên Selman ji medya Kurdistanê re eşkere kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê razîbûn nîşandaye ku îsal wê 15 milyar dînar ji bo bicihkirina hejmarek projeyên xizmetguzarîyê li şeş nehiye, wargeh û gundên Amediyê bê xerckirin.

Warşên Selman gotiye, “Berdewam projeyên xizmetguzariyê li Amêdiyê têne bicihanîn û îsal girîngî ji bo warê tenduristî û geştûguzarîyê hatiye dayîn û di wan waran de rêjeyeke zêde ya projeyan jî dê bên bicihanîn.”

Hat diyarkirin, hejmarek projeyên ku bên çêkirin, vekirina rê, gihandina av, elektrîk û sektora perwerdê ne.