Li Çomanê çend projeyên nêzîkî 2 milyar dînaran tên cîbicîkirin
PeyamaKurd – Li devera Çoman ya Hewlêrê, çend projeyên nêzîkî 2 milyar dînaran tên cîbicîkirin.
Qaymeqamê bajarokê Çoman li devera serbixwe ya Soran Siware Ekrem diyar kiriye, di çarçoveya xebatên Hikûmeta Kurdistanê de ji bo gîhandina xizmetguzaryan û bi çavdêriya serpereştiyarê îdareya serbixwe ya Soran, komek projeyên xizmetguzariyê li nav bajarokê Çoman û nahiyên Hacî Omeran, Qesrê, Gelale û Simîlan tên cîbicîkirin.
Siware Ekrem herwiha eşkere kiriye, ew projeyên han bi milyarek û 850 milyon dînar, ji pişka budceya parêzgeha Hewlêrê tên cîbicîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin