Kestiya balafiran a Amerîkayê USS Gerald R. Ford wê çend hefteyên din li nêzîkî Îsraîlê bimîne
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ferman da keştiya balafiran a USS Gerald R. Ford û keştiya keşfê ya USS Normandy ku çend hefteyên din li avên Deryaya Spî li nêzî Îsraîlê ku êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, bimînin.
Rayedarên Amerîkayê yên ku li ser şertê navê wan neyê eşkerekirin, destnîşan kirin ku dema wezîfeya keştiya balafiran a USS Gerald R. Ford û keştiya keştiya USS Normandy ya li Deryaya Spî dîsa hat dirêjkirin.
Her çendî biryar hîna ji raya giştî re nehatibe eşkerekirin jî, hat ragihandin ku bi talîmata Austin dê çend hefteyên din jî sewqiyata keştiyan li Deryaya Spî ya li nêzî Îsraîlê bidome.
Bi biryarê re wê sewqiyata keştiya balafiran a USS Gerald R. Ford a li herêmê cara sêyemîn bê dirêjkirin.
Piştî pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû, Pentagon hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde kir. Austin ferman da keştiya balafiran a USS Gerald R. Ford ku di 8ê Cotmehê de ber bi Rojhilatê Deryaya Spî ve biçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin