Bi fermana Serokwezîr Barzanî zêdetirî 2 milyar dînar ji bo çend projeyên Basîkê hat terxankirin
PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, zêdetirî du milyar dînar ji bo çend pirojeyên li nehiya Başîkê hat terxankirin.
Fermangeha medya û zanyariyê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand, serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûdçeyeke bi qasî 2 milyar û 184 milyon dînar ji bo çend projeyên li nehiya Başîkê werin bicihanîn pesend kir.
Fermangehê da xuyakirin ku wê ew bûdçe qonax bi qonax were xerckirin.
Projeyên wê bêne çêkirin ev in:
- Çêkirina rêya Mixara-Çiyayê Başîkê – milyarek û 308 milyon dînar
- Gihandina elektrîkê bo mîhwera Başîk – 711 milyon dînar
- Kişandina avê ji bo çeperên Pêşmerge – 162 milyon dînar

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin