Serokwezîr Barzanî ji bo nexwesiyên çandiniyê nêzî 3 milyar dînar terxan kir

24 May 2023 19:28 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji bo nexwesiyên çandiniyê nêzî 3 milyar dînar terxan kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo rûbirûbûna nexweşiya taya xwînberbûnê di çandiniyê de, 2 milyar û 771 milyon dînar terxan kir.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya girîngîpêdana Kabîneya Nehem bi sektora çandiniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da li ser xerckirina 2 milyar û 771 milyon dînar bo sektora çandiniyê, bi mebesta dabînkirina kelûpelên pêwîst bo rûbirûbûn û kontrolkirina nexweşiya taya xwînberbûnê, ji bo parastina ajalan û tenduristiya giştî li Herêma Kurdistanê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ediyarkirin ku dê ev pere li ser budçeya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê were xerckirin.