Serokwezîr Barzanî bi Wezîra Holanda re hevkariya bazirganî û sektora çandiniyê gotûbêj kir

25 May 2022 17:34 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Wezîra Holanda re hevkariya bazirganî û sektora çandiniyê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên welatan li Forûma Aborî ya Cîhanî Davosê didomîne.

 Serokwezîr Barzanî, îro 25ê Gulanê li Davosê bi Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Holandayê Sigrid Kaag re hevdîtinek pêk anî.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Holandayê hatine gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku bi taybetî hevahengî û hevkariya di warên danûstandina bazirganî û piştevaniya sektora çandiniyê û birêvebirina çavkaniyên avê û pêşvebirina veberhênan Holandayê de li Herêma Kurdistanê, hatine axaftin.