Serokwezîrê Holandayê nameyek ji Serokwezîr Barzanî re sand

25 April 2023 17:18 0 dîtin
Serokwezîrê Holandayê nameyek ji Serokwezîr Barzanî re sand

PeyamaKurd - Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re nameyek şand û piştevaniya welatê xwe ji bo pêşxistina sektora çandiniyê ya li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Mark Rutte, di nameya xwe de got ku pêwendiyên bihêz di navbera Hollanda û Herêma Kurdistanê de hene, bi taybetî jî di warê pêşxistina çandiniyê de.

Serokwezîrê Holandayê destnîşan kir ku welatê wî piştevaniya geşepêdana sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê dike, wek beşek ji karnameya Kabîneya Nehem a di warê pir rengiya aborî de.

Rutte di nameyê de diyar kir, gelek derfet ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî hene, bi taybetî di warê danûstandinên bazirganî de, sûdwergirtina ji pisporî û beşdariya di dewre û bernameyên rahênanê de.