Nêçîrvan Barzanî îro li ser vexwandina fermî ya Serokwezîra Îtalyayê li Romayê ye
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser vexwandina fermî ya Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni li Romayê ye.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî wê bi serokwezîra Îtalya, serokê parlamento û wezîrê derve yê wî welatî re li ser pêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina warên hevkariyê û çendîn mijarên din gotûbêj bike.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê wê serdana Vatîkanê jî bike û bi Papa Fransîs (Francis) re jî hevdîtinê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin