Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Azerbaycanê û bi Alîyev re dicive
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi serdaneke fermî diçe Azerbaycanê û li paytext Bakuyê bi Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev re dicive.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 17ê Tîrmehê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Azerbaycanê û sibe sêşemê 18ê Tîrmeha 2023an, li Bakuyê dê ligel Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev bicive.
Herwiha hatiye diyarkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev dê pêwendiyên Azerbaycanê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşvebirina hevkariya hevbeş di warên cuda cuda de gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin