Nêçîrvan Barzanî sibe bi serdaneke fermî diçe Fransa û bi Macron re dicive

29 March 2021 15:53 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî sibe bi serdaneke fermî diçe Fransa û bi Macron re dicive

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendineke fermî serdana Fransayê dike û li Koşka Elîze bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re dicive.

Malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibê 30yê Adarê li ser vexwandina fermî ya serokê Fransa Emmanuel Macron serdana wî welatî dike.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî û Macron dê sibê li koşka Êlîzê li Parîsê hevdîtinê bikin.

Li ser naveroka hevdîtinê jî hatiye gotin, her du serok dê li ser pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê bi Fransayê re, herwiha rewşa Iraq û Kurdistan û Rojhilata Navîn, nexweşiya Koronayê û bandorên wê, metirsiyên terorê, rûbirûbûna terorê û çend mijarên din gotûbêj bikin.