Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe paytexta Îtalya Romayê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî diçe paytexta Îtalya Romayê û bi Papa Francis û Serokwezîra Îtalyayê
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 12ê Nîsanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serdaneke fermî digihe Romayê.
Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî sibe Pêncşemê ligel Papayê Vatîkanê Francis, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî û rayedarên îtalî re dicive.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku wê di vê serdanê de, pêşvebirina pêwendiyan û berfirehkirina warên hevkariya hevbeş û çend mijarên din ên cihê girîngiya herdu aliyan werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin