Nêçîrvan Barzanî li Romayê bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re civiya

14 April 2023 11:58 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li Romayê bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Romayê bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re civiya.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtina do ya bi Serokwezîra Îtalya Giorgia Melonî de daxuyaniyek da.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

"Hevdîtina bi Giorgia Meloni re kêfxweşiyeke mezin bû. Me tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan kir. Min spasiyên xwe pêşkêşî birêz Meloni kir ku di demên dijwar de Îtalyayê piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye.”

Herwiha di hevdîtinê de hate gotin, piştevaniya Îtalya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê wê berdewam be.

Di berdewamiya daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, "Di hevdîtinê de, aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên hevbeş ên navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Îtalyayê kirin."

Serokwezîra Îtalyayê Meloni tekez li ser wê yekê kir ku piştevaniya Îtalya bo Iraq û Herêma Kurdistanê wê berdewam be û tekezî li ser giringiya aramiya li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.