Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê civiya

14 February 2025 13:46 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê civiya

PeyamaKurd – Di çarçoveya peywendiyên xwe de yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê (MSC) ya 2025an, îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de, bihêzkirina hevkarî û şerê hevbeş ê li dijî DAIŞê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îtalyayê kir ji ber ku zêdekirina şiyanên Hêzên Pêşmerge kiriye.

Herwiha tekez kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo jinavbirina DAIŞê bi temamî pêwîstî bi piştevaniya navdewletî heye.

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Crosetto jî tekezî li ser giringiya hevkariya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku welatê wî dê li ser piştevaniya leşkerî û ewlehî ya ji bo hêzên Pêşmerge berdewam be.

Crosetto pêzanînên xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramiya herêmê de nîşan da.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên ewlekarî û siyasî yên Iraq û herêmê, bi taybetî rewşa Sûriyeyê û mijarên din ên rojeva hevbeş hatin gotûbêjkirin.